PeyamaKurd – Kompaniya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya li Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye, ji destpêka wergirtina berhema genimê îsal, navendên Rêveberiya Xweser 270 hezar ton genim ji cotkaran wergirtine.
Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kiriye, 28 navendên wergirtina genim li Cizîrê, Kobanê, Reqa, Tebqa û Minbicê hene.
Rêveberiya Xweser daye zanîn, heta niha tenê li sayloyên Qamişloyê 11 hezar ton genim hatine wergirtin.
Herwiha Şaxê Hesekê yê Saziya Sûrî ya Dexlûdanan a ser bi hikûmeta Sûriyê jî destnîşan kiriye, navendên ser bi hikûmetê li parêzgeha Hesekê ku ew jî Cirmiz û Tewarîc in derdora 9 hezar ton genim wergirtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin