PeyamaKurd - Li navçeya Kolikê ya bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, 78 koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.
Hat ragihandin ku li navçeya Kolikê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di kontrola rê de, barhilgirek sekinandin û tê de lêgerîn pêk anîn.
Di encama lêgerînê de, di barhilgirê de 78 koçber hatin dîtin û binçavkirin.
Piştî temambûna karûbarên yasayî, koçberên ku welatê wan nehat eşkere kirin radestî Îdareya Koçê ya Semsûrê hatin kirin û şofêrê barhilgirê jî hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin