Li gor Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirova li ser mijarê diyar kir, şeva derbasbûyî Artêşa Israîlê baregehên leşkerî li herêma balafirgeha El-Deba a leşkerî û El-Qisêr ên rojavayî parêzgeha Humsê bombebaran kir.
Çavdêriyê destnîşan kir, baregehên hatin bombebarankirin, depoyên çek û cebilxaneyan ên girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanê ku li ser xaka Sûriyê vekirine ne.
Herwiha hat eşkerekirin, di encama bomebaranê de ji bilî ziyanên madî ya mezin, kuştî birîndar jî çêbûne. Lê derbarê hejmarê de tu agahî nehate dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin