PeyamaKurd- Erkdarên Hêzên Pêşmergeyan nîşan dan ku di navbera çekdarên Heşdî Şebî û pêşmergeyan de gengeşî heye û dibe ku di demeke nêzîk de şer derkeve.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo di derbarê mijarê de wiha axivî: Hêzên Heşdî Şebiyê di van rojên dawî de hêzên pêşmergeyan tehdîd kirin û gotin ku divê Yekîneyên Parastina Êzdîxan çekên xwe deynin û ji Şingalê derkevin.
Şeşo got ku heke Heşdî Şebî van tehdîdên xwe bidomîne, îhtîmala şerekî mezin heye. Ku şer derkeve, berpirsê vê yekê milîsên şiiyan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin