PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar a ku çalakiya wan li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike peyamek belav kirin û eşkere kirin: “Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 446emîn de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya malbatê ji 9ê Adara 2021an ve berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê Ferîd Şenyaşar û dayika xwe li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomînin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê bi etîketa “me ev jî dît, (Bunu da gördük”) peyamek parve kir û diyar kirin: “Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin