Di mîtingê de teqîn: Herî kêm 24 kesan can da

Di mîtingê de teqîn: Herî kêm 24 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di dema mîtînga hilbijartinê ya Serokkomarê Afganistanê Eşref Ganî de teqînekê rû da û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 31 kes jî birîndar bûn. Berpirsiyariya wê teqîna ku bi motorsîkleteke bombebarkirî hatiye kirin Talîbanê li xwe girt.

Li gorî televizyona Tolo Newsê Serokkomar Eşref Ganî li wîlayeta Parvanê mîtîngek ji bo hilbijartinê pêk anî û li derdora mîtîngê teqîneke dijwar rû da.

Di encama teqînê de herî kêm 24 kesan can da û 31 kes jî birîndar bûn.

Medya xwecihî jî ragihand ku dema Ganî diaxivî teqîn çêbûye, lê Ganî birîndar nebûye.

Çavkaniyên nexweşxaneyan jî ragihandin ku di nava kuştî û birîndaran de jin û zarok hene û piraniya wan sivîl in.

Li gorî Qenala 1TV ku agahiyên xwe spart Wezareta Karên Hundir, teqîn ji ber bombeya xwekujî ya bi motorsîkletê rû daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin