PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, îro Duşemê serdana Tehranê dike û bi Wezîrê Karên Derve û Serokkomarê Îranê re dicive.
Li gor El-Sahaf ji ajansa nûçeyan a Iraqî (INA) re diyar kir: “Wezîrê Karên Derve Fuad Husên, îro serdana Tehranê dike û bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re dicive.”
Herwiha El Sahaf da zanîn, Husên wê bi hevtayê xwe yê Îranî Emîr Husên Ebdullahiyan re bicive û guftûgoyan li ser pêwendiyên dualî û rêyên pêşvebirina wan ji bo berjewendiya her du gelan bike.
Herî dawî eşkere kir: “Her du alî wê li ser rewşa navçê, pêwendiyên Îran û Kendavê û pêşhatên danûstandinên dosya navokî ya Îranê gotûbêj bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin