10 stranbêjên Kurd ji bo vejandina Zazakî strandin

10 stranbêjên Kurd ji bo vejandina Zazakî strandin

PeyamaKurd – 10 stranbêjên Kurd ji helbestên helbestvanê Kurd Kadir Buyukkaya albûmeke zazakî ya bi navê “Vengê Royî” (Dengê Robar” tomar kirin.

Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman (Deutsch- Kurdisches Kulturinstitu) bi aranjorî û produktoriya Hakan Akay bi beşdariya 10 hunermendên Kurd ên ji her perçeyên Kurdistanê albûmeke zazakî amade kirin, ji bo ku metirsiya li ser nemana zaravayê zakakî yê Kurdî bê rakirin û bibin deng jê re.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) zazakî xistiye nav lîsteya  “Atlasa zimanên di bin metirsiyê de ne” (Atlas of the World’s Languages in Danger) ku ev album di wê çarçoveyê de hatiye amadekirin.

Di albûmê de stranbêjen Kurd; Beser Şahin (Şewê Dergî (Şevên Dirêj), Gulseven Medar - Wazena (Dixwaze), Hanî Mojtehedî - Yara Mi (Yara Min), Kerem Sevinç û Tara Mamedova - Se Vajî (Çi Bibêjim), Mehmet Akbaş - Xalê Mi (Xalê Min), Mikaîl Aslan - De Vajê (Dê Bibêje), Rojda - Nameyê Keyneke (Navê Keçkê), Sasa - Ewro-Meşt (Îro-Sibe) ile Xumxumê (Dilber) ve Xêro Abbas - Sewl Teng o (Sola Teng) cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin