Ji WhatsAppê taybetmendiyeke nû: Peyam xwe tune dikin!

Ji WhatsAppê taybetmendiyeke nû: Peyam xwe tune dikin!

PeyamaKurd – Sepana herî populer li cîhanê ya şandina peyaman û multîmedyayî WhatsApp taybetiyeke nû diceribîne.

Li gorî taybetmeniya nû ya Wattshappê ku hîn pişkinîn li ser berdewam e, êdî wê peyamên ku bikarhêner ji hev re bişînin bi awayekî otomatîkî wina bibin.

Ango li gorî vê taybetmendiya nû kesên bixwazin peyamên wan dê xwe bi xwe ji holê rabin û di telefonan de cî negirin.

Taybetmendiya nû ya peyamên Wattshapê hîn di ceribandinê de ye. Li gorî wê taybetmendiyê dê li gorî daxwazê peyamên hatine şandin di nav 5 çirkan yan jî heta saetekê û zêdetirê demê winda bibin.

Ev taybetmendiya nû ji bo kesên ku ji ber ewlekariyê yan jî fikarên din naxwazin peyamên wan li ser Wattshapê bimînin hatiye sêwirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin