PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, di derbarê bûyerên ku li Kerkûkê rû dan de axivî û ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê, banga diyaloga avaker kir.
Letîf Reşîd, di derbarê alozî û rageşiyan de daxuyanî da û got ku "Em girîngiyê didin bihêzkirina aramiya li tevahiya Iraqê. Em bang li aliyên nakok ên Kerkûkê dikin ku dest ji hêzê bernedin. Em aramiya Iraqê di ser hemû berjewendiyan re dibînin."
Reşîd diyar kir ku ji bo aramkirina rewşê û parastina destkeftiyên gelê Iraqê, pêwîstî bi diyaloga avaker heye û banga xwe bi vî awayî ragihand:
"Kerkûk, sembola biratiya Iraqê ye û em rê nadin ku ev wêne ji holê bê rakirin."
Serokomarê Iraqê, bi berdewamî daxwaza destwerdaneke cidî ji hikûmet û hêzên ewlekarî yên Iraqê kir da ku rewşa bajêr kontrol bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin