PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, di çarçoveya kampanyaya xwe ya gera duyem a 28ê Gulanê de, serdana bajarê Hatayê kir.
Kilicdaroglu li Hatayê soza bêpere avakirina xanî û dikanên mexdûrên erdhejê da û li ser mijara penaberên li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bicih bûne jî got: “Projeya me ya ku em penaberan bêyî nijadperestiyên bikin, amade ye. Herî dereng di nav du salan de em ê hemûyan bişînin welatê wan.”
Kilicdaroglu herwiha destnîşan kir ku ew dê ti carî nehêlin Tirkiye bibe depoya penaberan û ew dê ligel aştiya bi Sûriyê re wan bişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin