Wright: Tengava Hurmizê dê herî dereng heta havînê vebe

Wright: Tengava Hurmizê dê herî dereng heta havînê vebe

PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright di daxuyaniyeke nû de ji bo kanala CNBCyê ragihand ku ew pêşbînî dikin trafîka keştiyan a di Tengava Hurmizê re di demeke nêz de dest pê bike û ev rêya avî ya krîtîk dê herî dereng heta havîna îsal vebe.

Wright bal kişand ser hevdîtinan û diyar kir ku dibe di rojên pêş de peymanek çêbibe, lê eger Îran aboriya cîhanê bixwaze dîl bigire, artêşa Amerîkayê amade ye bi hêza serbazî wê rêyê veke.

Wezîrê Amerîkî tekez kir ku wan gavên destpêkê avêtine, lê armanca rêveberiya Donald Trump ew e ku ev qeyran bi rêya dîplomasiyê çareser bibe, ne bi şer.

Tengava Hurmizê ku ji bo veguhastina enerjiya gerdûnî xeteke jiyanî ye, piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê di 28ê Sibata 2026an de ji aliyê Tehranê ve hatibû girtin.