PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser krîza Ûkrayna-Rûsyayê ku gihîştiye asta şer daxuyanî da û got, “Em rêya pêşveçûnê di muzakereyan de dibînin. Divê pêşniyarên me bi giştî werin nirxandin.”
Lavrov piştî hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand, “Welatên Rojavayî heger bi pêşniyarên garantîyên ewlehiyê yên kilît pabend bibin, şansê lihevkirinê bi Amerîka û NATOyê re heye.”
Lavrov herwiha bal kişand ser çareseriya dîplomatîk û got ku hêzên rojavayî distirsin Rûsya Ûkraynayê dagir bike, lê Moskowê bi caran ev yek red kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin