PeyamaKurd – Li bajarê Tula yê Rûsyayê perestareke jin (hemşîre) ku bi bincilikan û cilên şefaf ê parastinê diçû cem nexweşan bi cezayê dsîplînê hat cezakirin.
Perestara ku navê wê nehatiye dayîn, demeke dirêj bi awayekî nîvtazî diçû cem nexweşên xwe ku piştî ev yek derket holê jî lêpirsîn derbarê wê de hat destpêkirin û cezayê dsîplînê dan wê.
Wê perestara rûsî di parastina xwe de gotiye, ji ber hewa pir germ e û di mercên zehmet de kar dikin, neçar maye wisa nîvtazî li nav nexweşan bigere û herwiha lêborîna xwe jî xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin