PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê ragihand, tevahiya nexweşên Koronayê baş bûne û hîn 330 kes jî di karantînayê de ne.
Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî daye xuyakirin ku heta niha jî karantînakirina welatiyan a ji ber vîrusa koronayê didome û niha tenê 330 kes di karantînayê de mane ku ew jî piranî kesên ji derveyî Kurdistanê tên in.
Berdevkê tenduristiya Duhokê dibêje, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve heta niha 4 hezar û 89 kes hatine karantînekirin, 3 hezar û 759 kes ji wan ji karantîneyê derketine û çûne malên xwe.
Li gorî amaran bi giştî 19 kes li Duhokê bi vîrusa koronayê ketibûn û tevahiya wan nexweyan baş bûne û çûne malên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin