PeyamaKurd - Fermandeyekî Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyanê ragihand, hewleka êrişa ya DAIŞê hat têkbirin.
Li gorî nûçeya Basnewsê, Fermandeyê Pêşmerge li devera Kuleco ya Germiyan, Cimûr Rostem got, îro danê sibehê terorîstên DAIŞê dixwastin xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge bikin lê nobedaran zû ew dîtin û teqe li wan kirin û dan revandin.
Ji aliyekî din, efserekî polîsê nexweşxaneya Xaneqînê bi navê Telet Refhet got, derengiya şeva borî li gundê Deke yê Xaneqînê di navbera DAIŞê û Heşda Şeibî de şer derket lê ti ziyanên canî nebû.
Wî efserî her wiha ragihand, li heman deverê bombek jî bi hêzên Heşda Şeibî de teqiya
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin