Baregeha Barzanî sersaxî ji Wekîl Mistefayev re xwest

Baregeha Barzanî sersaxî ji Wekîl Mistefayev re xwest

PeyamaKurd - Baregeha Serok Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Wekîl Mistefayev peyamek belav kir û ji malbata Mistefayev re sersaxî xwest.

Peyama sersaxiyê ya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Ji bo malbata Wekîl Mistefayev.

Bi xemeke zêde me nûçeya koça dawî ya nîskar û kesayetiya naskirî ya Kurdên welatên Sovyeta Berê Wekîl Mistefayev bihîst. Rehmetî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmeteke mezin a dîroka gelê Kurd kiriye, jidestdana wî jî ziyaneke mezin e. 

Bi vê helkefta xemgîn, em sersaxiyê ji we re û ji malbat û meriv û dostê we re dixwazin. Em xwe dibînin wek şirîkê xema we. Ji Xwedayê mezin lavakarin ku rehemetî bi biheşta fireh şad bike sebr û aramiyê bide hemû aliyekî. 

Inna Lillah We Inne Ileyhî Racîun 

Niştimanperwerê kurd, Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê, û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayevduhî li Belçîkayê di 81 saliya xwe de li Belçîkayê koça dawiyê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin