Mesrûr Barzanî: Emê soza xwe ya Kurdistaneke bihêztir bicih bînin!

Mesrûr Barzanî: Emê soza xwe ya Kurdistaneke bihêztir bicih bînin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Emê soza xwe ya ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêztir bicih bînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 4ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Emê soza xwe ya ji bo paşerojeke dîjîtal û Kurdistaneke bihêztir bicih werînin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku niha hûn dikarin bazirganiya xwe bi awayê online tomar bikin û navnîşana webê ya (business.digital.gov.krd) parve kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin