PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma fermî de ragihandina yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de gotareke berfireh pêşkêş kir û da xuyakirin ku îro rojeke dîrokî ye ku sozên kabîneyê bi serkeftî hatine bicihanîn.
Barzanî diyar kir ku ev serkeftin berhema xebateke çar salên borî ye ku di bin rêberiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi piştgiriya Hevpeymanan hatiye bidestxistin.
Di axaftina xwe de, Serokwezîr bal kişand ser qonaxa nû û got ku piştî vê yekgirtinê, armanca herî giring pêşxistina şiyanên mirovî û bilindkirina asta perwerde û standardên serbazî yên Pêşmerge ye.
Wî tekez kir ku divê Pêşmerge ji hemû berjewendiyên partiyanî re cuda be û wekî hêzeke niştimanî di xizmeta parastina xakê de be.
Her wiha Barzanî daxwaz kir ku Hikûmeta Federal a Iraqê mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Pêşmergeyan bide û mûçeyên wan li gel mûçeyên Artêşa Iraqê wekhev bike.
Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
"Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdistanê û ji bo Pêşmerge. Rojeke gelekî taybet e ji bo min bi xwe jî, ku her ji roja yekem a destbikarbûna me wekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bernameya karê Kabîneya Nehem a hikûmetê de, me soz dabû ku em bi hemû şiyana xwe kar ji bo yekxistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bikin.
Lewma di nava çar salên borî de, li jêr rêberî û çavdêriya rasterast a Cenabê Serok Barzanî û bi hevkarî û piştevaniya birêz Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û dostên me yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêzên hevpeymanan, piştî çendîn civîn, karkirineke çir û hewldaneke bêrawestan, me karî em xwe bigihînin vê qonaxa îro; ku îro em yekxistina hêzên Pêşmerge radigihînin û di çarçoveya lêktêgihîştina hevbeş a di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, proseya yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmerge di maweyê çar salan de, bi awayekî serkeftî gihîşte encamê.
Li vir bi pêwîst dizanim ku bi rêz û pêzanîneke mezin ve, amaje bi rola girîng û piştevaniya Cenabê Serok Barzanî bikim ku her tim wekî rêberekî neteweyî û serokekî Pêşmerge, tevahiya temenê xwe di xizmetkirina Pêşmerge û Kurdistanê de derbas kiriye û xebateke berdewam kiriye, da ku nav û rûmeta Pêşmerge her tim bilind û parastî be, Herwiha ji nêz ve jî serpereştiya proseya yekxistina Pêşmerge kiriye.
Her wiha spasiyeke taybet pêşkêşî birayê min ê hêja Kak Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikim ji bo piştevaniya wî ya berdewam, ku roleke wî ya gelekî bibandor di serkeftina van çaksaziyan de hebû."
Spasiya birêz Kak Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr dikim ku di biserxistin û biencamgihandina proseya çaksaziyê de hevkar û hevaheng bû.
Herwiha spas û pêzanîneke zêde ji bo dostên me yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hemû hêzên hevpeymanan, bo tevahiya hevkarî û piştevaniya wan a di salên borî de; bêguman piştevaniya wan roleke çalak hebû di têkşikandina terorîstên DAIŞê de ji aliyê Pêşmerge ve û di encamê de di parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê de.
Spas ji bo birêzan Kak Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge, Kak Ebdulxaliq Babîrî Birîkarê Wezaretê, Kak Îsa Uzêr Serokê Erkanê û tevahiya berpirs, payebilind û efserên wezaretê, fermandarên Pêşmerge û hemû Pêşmergeyên leheng bo mandîbûn, hewl û tekoşîna wan a di ber biserxistin û biencamgihandina proseya yekxistina hêzên Pêşmerge de. Destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Gelî Birêzan;
Ev yekgirtin, qonax û gava yekem a proseyeke dûr û dirêj e. Çimkî her çendî ev yekgirtin girîng be jî, qonaxa bê gelekî girîngtir e; ew jî pêk tê ji qonaxa pêşxistina şiyanan û geşepêdana hemelayen a Pêşmerge, bi taybetî şiyanên mirovî û bilindkirina ast û corê rahênana laşî û hişyariya Pêşmerge li gorî pîvan û standardên serbazî yên navneteweyî; da ku wekî hêzeke niştimanî ya pîşeyî, rêxistinkirî û yekgirtî, di asta erk û berpirsyariya xwe ya girîng û niştimanî de be, ji bo rûbirûbûna kêşe û astengiyan, her wiha ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê.
Pêşmerge ne tenê hêzeke çekdarî ya serbazî ye, belkî sembola xebat û qurbanîdanê ye, nasnameya tekoşîna gelê Kurdistanê û cihê rûmet û şanaziya her Kurdistaniyekî ye.
Mêrxasî û canfîdayiya Pêşmerge ya di parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên cuda ve, têkşikandina terorîstan û berevanîkirina li nirxên bilind ên azadî, demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê, rûmet û serweriyeke mezin daye Hêza Pêşmerge.
Îro jî Pêşmerge, wekî hêzeke destûrî û parçeyekî girîng ê sîstema bergiriyê ya Iraqê, garantî û misogeriya parastina aştî, ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Ji ber wê jî li vir tekezî li ser girîngî û pêdiviya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî ya di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de dikin, bi mebesta parastina zêdetir a aramiya Iraqê. Di vî warî de, em amadebûn û piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Federal û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê birêz Elî Zeydî dubare dikin ji bo bihêzkirina hevkariya di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de.
Hêvîdar in Hikûmeta Federal hevkar û alîkar be da ku mafên Pêşmerge parastî bin, herwiha mûçe û heqdestên wan ên darayî li gel hevtayên wan ên di Artêşa Iraqê de wekhev bên kirin û xwedî heman mafan bin; çimkî li gorî destûrê, Pêşmerge parçeyek ji sîstema bergiriyê ya Iraqê ye û pêwîst e mafên wan ên destûrî û şayisteyên wan ên darayî di vê çarçoveyê de bin.
Amadebûyên birêz:
Hûn bi xwe dizanin ku yekxistina hêzên Pêşmerge, daxwazeke ji mêj ve ya me û ya her Kurdistaniyekî niştimanperwer bû. Xweşbextane îro em bi ser ketin û tevahiya hêzan xistin bin sîwana Wezareta Pêşmerge; di çarçoveya pêkhateyeke serbazî ya nûjen de, ji aliyê operasyon, rahênan û perwerde, serkirdayetî û kontrol, ragihandin û hesabgeriyê ve bûn hêzeke yekgirtî.
Bêguman alîgirî û girêdana siyasî û partîtî, mafekî rewa û asayî yê her kesekî ye; lê belê divê girêdan û dilsoziya niştimanî û Kurdistanî bibe pîvan ji bo Pêşmerge, ku pêwîst e di bin serpereştiya Wezareta Pêşmerge de, li gorî pileyên serbazî û zincîreya fermanê, pabendî biryarên jora xwe bin.
Em dixwazin Pêşmerge ew hêza niştimanî û Kurdistanî be ku di ser hemû berjewendiyên partiyanî û kesane re be, û bo yekalîkirina nakokî û milmilaniyên navxweyî û partiyanî neyê bikaranîn; belkî armanca yekem û dawîn a Pêşmerge divê berevanîkirina li gel û xaka Kurdistanê be bêyî ciyawazî, û wekî her tim bibe hokara aştî, aramî û seqamgiriyê li Iraqê û li seranserê herêmê.
Di dawiyê de, vê destkefta dîrokî li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya saxlemî, serbilindî û pêşketina berdewam ji bo Pêşmergeyên me yên qehreman dixwazim.
Em serê rêz û newazîşê li ber şehîdên xwe ditewînin û rêz û pêzanîna me ji bo qurbanîdana malbatên serbilind ên şehîdên Pêşmerge, herwiha xebat, tekoşîn û mandîbûna Pêşmergeyên birîndar, xwedî pêdiviyên taybet û Pêşmergeyên xanenişînkirî heye.
Xwedayê mezin Pêşmerge û Kurdistanê ji hemû şer, karesat û nexweşiyan biparêze.