Leskerên Tirkî girtin ser gundekî Wanê û sêniyên gund bi gulebaranê tirsandin

Leskerên Tirkî girtin ser gundekî Wanê û sêniyên gund bi gulebaranê tirsandin

PeyamaKurd – Leşkerên artêşa Tirkiyê, li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo welatiyekî desteser bikin, girtin ser gundê Xaşkanê û şêniyên gund bi gulebaranê tirsandin.

Dîmenên gundê Xaşkanê, li ser medya civakî nerazîbûnek mezin bi xwe re anî.

Li gor dîmenan, hejmareke zêde ya leşkeran ji bo desteserkirina welatiyê Kurd yê bi navê K. A girtine ser gund û di dema desteserkirinê de hemû bi hevre gulleyan ber bi esman ve dirêşînin û şêniyên gund ditirsînin.

Herwiha leşker li wan jinên ku nerazîbûna xwe pêşan didin dixin û qêrîna zarokên ji dengê çekan ditirsin zêde dibe.

Piştî operasyonê Parêzgariya Wanê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û Parêzgariyê îdia kir ku di dema desteserkirina wî kesî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî bi armanca belavkirina xizmên wî kesî gulle ber bi esman ve reşandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin