Demekê Amasya jî sûnwarekî Medan bû: Di kolandinên arkeolojîk ên Amasyayê de berhemên Medan

Demekê Amasya jî sûnwarekî Medan bû: Di kolandinên arkeolojîk ên Amasyayê de berhemên Medan

Peyama Kurd - Di kolanên arkeolojîk yên Çiyayê Oluzê yê li navçeya Goynucek a bajarê Tirkîyeye Amasyayê de avahiyên 2 hezar û 600 salî yên Medîya ku beriya zayînê di sala 600î de desthilatdar bûn hatin dîtin.

Hate ragihandin ku bermahîyên dîrokî yên hatine dîtin ku ji bilî avahîyan, ji qermîçok û seramîk, gorîgeh û avahîyên mîmarî pêk tên yên Medan in. 

Gerînendeye Kolandina Arkeolojîk yê Fakulteya Wêjeyê ya Beşa Arkeolojîyê ya Zanîngeha Stenbolê, Prof. Dr. Şevket Dönmez da zanîn ku 17 sal in ew li Oluz Hoyikê kolandinê dikin û diyar kir ku heta îro hejmara berhemên ku ji Oluz Hoyukê arasteyî Muzexaneya Amasyayê hatine kirin gihîştiye 2 hezarî û wiha got: "Helbet ji tiştên rojane heta kelûpelên olî û goran heta nimûneyên ku di perestgehan de têne bikaranîn, pir berhem hene û gelek ji wan, berhemên navdar in."

.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin