Hêzên asayîsa Îranê li bajarê Hemedanê 9 Bahaiyan xistin binçav

Hêzên asayîsa Îranê li bajarê Hemedanê 9 Bahaiyan xistin binçav

PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Hemedanê hêzên asayîşa Îranê avêtin ser malên 9 kesan ku aîdê mezhebe Bahaiyan bûn, li malên wan geriyan, dest danîn ser gelek alavên wan, telefonên destî û wan birin ciyekî nediyar.

9 kesên hatine girtin; Zarin Ahadzadeh, Farida Ayoubi, Nora Ayoubi, Naim Aghdasi, Neda Mohebi, Zhaleh Rezaei, Zhinous Shadabi, Atefeh Zahedi û Masoud Azarnoush in.

Piştî kesên navborî hatin girtin û birin ciyekî nediyar, hêzên asayîşê negotin bê çima wan girtine û wan bi çi sûcî tewan dikin.

Mezhebê Bahaiyan li Îranê 200 sal berê derketiye ortê û Îranî wan mezheb nabîne û bi tundî li hemberê wan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin