PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got ji bo şerê li Ukraynayê raweste û aştî pêk were divê 2 şert pêk werin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got: "Pêşketina hêzên Rûsyayê ber bi paytexta Ukrayna Kievê sala 2022`yan armanca wê ku Kiev neçar bikin peymana aştiyê qebûl bike. Niyeta şer nîn bû."
Pûtîn ji Ukraynayê xwest hêzên xwe ji 4 herêman bikişîne û dev ji NATO`yê berde ji bo ku aştî bi rêya danûstandinan pêk were.
Pûtîn soz da ku agirbest li Ukraynayê pêk were heke Kievê hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişand û dev ji planên tevlêbûna NATO`yê berda.
Her wiha Pûtîn ew îdîayên ku dibêjin ‘’we Rusya êrîşî Ewrupa bike ‘, bibîr xist û got,"Ne rast in û pêşbaziya çekdariyê rewa dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin