PeyamaKurd – Piştî êrîşa hêzên Amerîka bi ser belemeke Yemenê ya Hûsiyan de ku 10 kes tê de mirin, Koma Ensarullah a Hûsiyan gef li Amerîkayê xwar.
Serokê Hûsiyên ku Îran piştevaniya wan dike Ebdulmelîk el-Hûsî ragihand ku ew ê bersiva wê êrîşa Amerîkayê bidin.
Ebdulmelîh el-Hûsî got: “Wê ev êrîş bê ceza nemîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê, Hûsiyên Yemenê keştiyên bazirganî yên ber bi Îsraîlê û Rojhilata Navîn ve diçin, li Deryaya Sor dikin armanc.
Li ser wan êrîşan jî bi serkêşiya Amerîkayê hevpeymaniyeke hêzên deryayî li Deryaya Sor hatiye avakirin daku ewlehiya rêyên bazirganiya avê li dijî Hûsiyên Yemenê dabîn bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin