PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê diyar kir, di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê de, wan 12 xal li ser sînorê bi Îranê re ava kirine.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ferîq Rukin Qeys Xelef Mihemedawî da zanîn: “Piştî îmzekirina rêkeftina ewlehiyê ya bi Îranê re, komîteyeke bilind bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî û efserên pispor ji wezaretên berevanî, navxwe û ajansên ewlehiyê hat avakirin.”
Mihemedawî eşkere kir, ew komîte nêzî salekê ye kar ji bo avakirina mekanîzmekê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê dike.
Herwiha got: “Hêzên Pasewanên Sînor yên Iraqî hemû sînorên bi welatên cîran re diparêzin û aliyên dijberên Îranî ji sînor hatine dûrxistin û li navçeyên ku ji wan re hatine destnîşankirin, hatine bicihkirin.”
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê destnîşan kir, 12 xalên kontrolê yên sînorî bi Îranê re hatine danîn û pasewanên sînor yên Îraqî li van xalan hatine bicihkirin.
Roja 19ê Adara 2023an di navbera Iraq û Îranê de rêkeftineke hevbeş a ewlehiyê hatibû îmzekirin. Du xalên rêkeftina ewlehiyê jî taybet in bi aliyên dijberên Îranê û kontrolkirina sînorên di navbera her du welatan de.
Roja 19ê Îlona 2023an jî, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlekariya Hevbeş ya Iraq û Îranê diyar kir, baregehên partiyên opozîsyona Îranê li nêzîkî sînorê Îranê hatine valakirin û hêzên pasewanên Iraqê jî li van deveran hatine bicihkirin.
Do 1ê Cotmeha 2023an jî Şandeke payebilind a ewlekariya Iraqê bi serokatiya Qasim El-Arecî serdana Îranê kiribû û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed jî di nav de bû. Li gor daxuyaniya ofîsa Qasim El-Arecî, armanca serdanê temamkirina cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin