PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Xûzistan a Îranê 2 efserên Îranê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan doh 26ê Îlonê li ser sînorê Iraqê û li devera Hurulezîm ya parêzgeha Xûzistan ya Îranê, di navbera hêzên parastina sînor yên Îranê û komek çekdar de şer derket.
Hat ragihandin ku di wî şerî de 2 efserên Îranê hatine kuştin û serbazek jî birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin