PeyamaKurd – Rêberên welatên G7 ragihandin ku ji bo dîtina çareseriyek aloziya mirovî ya li Xezzeyê û kêmkirina qurbaniyên sivîl, pêwîstî bi tevgereke bileztir heye, di heman demê de bang li Hamasê kirin ku "demildest hemû dîlan bê şert û merc azad bike."
Di lûtkeya serhêl a serkirdeyên G7 de ku ji aliyê Serokê Demkî yê Japonya yê G7 2023 ve hat lidarxistin de, mijarên heyî, di nav de Şerîda Xezze û krîza Rûsya û Ukrayna hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya hevpar a ku di dawiya lûtkeyê de hat weşandin de hat gotin, "Ji bo çareseriya krîza însanî ya li Xezzeyê ku girantir dibe û ji bo kêmkirina mexdûriyeta sivîlan" di derbarê krîza li Rojhilata Navîn de xebateke lezgîntir pêwîst e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "bêtir çalakiyên mirovahî" tên piştgirîkirin û teşwîqkirin ku alîkariyê bidin herêmê û ji Hamasê hat xwestin ku "bê şert û merc tavilê hemû rehîneyan serbest berde".
- Cezayên elmas li ser Rûsyayê
Ji bo kêmkirina çavkaniyên dahata Rûsyayê ya ku êrîşên xwe yên li dijî Ukraynayê didomîne, biryar hat girtin ku ji meha bê pê ve li ser almasên Rûsyayê qedexeyên îthalatê bên danîn.
Hat destnîşankirin, G7 wê "kapasîteya Rûsyayê ya fînansekirina şerê xwe yê neqanûnî bi avêtina gavên ku dahata wê ya enerjiyê û şiyanên derxistina pêşerojê bisînor bike."
Hat ragihandin, li ser "almasên nepîşesazî yên ku li Rûsyayê tên kankirin, tên çêkirin an jî tên hilberandin" de wê qedexeyên îthalatê bên sepandin û li ser îthalata almasên Rûsyayê yên ku li welatên sêyemîn tên hilberandin jî, gav bi gav qedexe bên danîn.
- Piştgiriya ji Japonya
Serokwezîrê Japonê Kişîda Fumio, di axaftina xwe ya li lûtkeyê de ragihand, welatê wî wê 4,5 milyar dolar alîkariya darayî ji bo avakirina Ukraynayê bide.
Li gorî ajansa fermî ya Kyodo, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy, di civîna bilind a online de, banga xwe ji hevtayên xwe yên di G7 de dubare kir ku alîkariyên ji bo welatê wan berdewam bikin.
Zelenskiy got: "Rûsya di wê baweriyê de ye ku Amerîka û Ewropa wê qelsiyê nîşan bidin û wê nikaribin piştgiriya pêwîst bidin Ukraynayê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin