Li Xarpêtê ji bo 7 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li Xarpêtê ji bo 7 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgeha Xarpêtê (Elazığ) ji bo 7 rojan qedexeya çalakiyan di navenda bajêr û navçeyên wê de qedexe kir. Sedema qedexeya çalakiyan weka xerabkirina rewşa giştî ya bi provokasyonan nîşan da. Biryar bi taybetî piştî di raya giştî de hat gotin ku hêzên artêşê li operasyonên li Başûrê Kurdistanê de, li dijî çekdarên PKK ê çekên kîmyewî bikaraniye û 17 kesan kuştiye, li gelek bajarên dinan jî ji bo li dijî dewletê tevger nên kirin, ev biryar hat dayîn.

Di biryarê de bi taybetî ji bo operasyonên derve bixin hedefa xwe û terefdarên PKK ê afiş, belavok, xwepêşnadan, meş an tevgerên weka wan li dijî tevgerên artêşa Tirkiyê bikin, biryara qedexeyê hat ragihandin.

Qedexe ji roja 20.10.2022 an de siet di 23.59an de destpêdike û heya roja 26.10.2022an siet 23.59an dewam dike.

Her çalakiyekî bêkirin, divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îzin bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin