Bendav teqiya û 32 kes mirin

Bendav teqiya û 32 kes mirin

PeyamaKurd- Li payîtexta Kenyayê li Nairobiyê di nîvê şevê de, ji hatina barana zêde baraj teqiya û 32 kes mirin. Dibe ev jimar zêdetir be ji ber dewlet nikare temamê miriyan tesbît bike.

Di dema teqîna bendavê de herkes li mala xwe dixewê de razayîbû. Li gor ragihandina Xaça Sor ya Kenyayê li dora 500 malbat ketiye bin bandora teqîna bendavê.

Li gor ragihandina parêzgeha Nakuruyê nêzî ciyê bûyerê navendekî danîne û xebatên xwe dimeşînin. Bi sedema barana zêde ku bi hefteya ye dewam dike,159 kes mirine, 220 hezar kes ji ciyên xwe bûne, 21 hezar donum erd di bin avê de mane û 20 hezar heywan telef bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin