Otomobîl lihev ketin: 5 birîndar

Otomobîl lihev ketin: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navçeya Kolikê (Kahta) 2 otomobîl lihev ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Kolikê û Diyarbekirê li fetlaneka Narînce çêbû.

Di qezayê de Mevlüt Saltaş, Leyla Saltaş, Memet Saltaş, Ayhan Erdinç û Mehmet Demir birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleya ewilî bi birîndaran kirin û paşî wan birin nexweşxana Kolikê ya dewletê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin