Werzisvana norweçî Bjoergen ket dîroka olimpiyatê

Werzisvana norweçî Bjoergen ket dîroka olimpiyatê

Werzişvana jin ya norweçî Marit Bjoergen di olimpiyata PyeongChang ya li Koreya Başûr de, di qada şemitandina li ser berfê de bi stendina 14 madalyayan ket dîroka olimpiyatê.

Olimpiyata PyeongChang li Koreya Başûr bi hemû kelecaniya xwe didome. Duhê duheb werzişwanên rûsî li ser cemedê rekora dunyayê şikandin. Îro jî werzişwana norweçî Marit Bjoergen di qada şemitandina li ser berfê madalyaya zêr stend û li ser vê madalyayê bi unvana "werzişwana ku di olimtiyatan de herî zede madalya stendi" ket dîrokê.

Werzişwana jin Bjoergen heya îro bi tevahî 14 xelat stendine. Ev xelatana, 7 zêr, 4 zîv û 3 bronzan pêk tên

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin