Li Meletî ya bakûrê Kurdistanê 4.5 erdhêj bû

Li Meletî ya bakûrê Kurdistanê 4.5 erdhêj bû

PeyamaKurd -  Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku demjimêr 10:36an li navçeya Şîroyê erdhejek bi hêza 4,5 pileyan çêbûye.

Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan bûye.

Parêzgarê Meletiyê Ersin Yazici ragihand ku piştî erdhejê yekser dest bi xebatên li qadê kirine û heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye tomarkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin