Li bajarê Germîsar ê Îranê teqîneke bihêz rû da

Li bajarê Germîsar ê Îranê teqîneke bihêz rû da

PeyamaKurd - Li bajarê Germîsar ê parêzgeha Sîmnan a Îranê dengê teqîneke mezin hat.

 Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) ragihand ku teqîn li Sêmnanê di kargehekê de rû daye û di encamê de 2 kes mirine û kesek jî birîndar bûye. Lê belê jêderên opozisyonî ragihandin ku hejmara miriyan ji yên ku wek fermî hatine ragihandin zêdetir in.

Jêderan diyar kirin ku ev kargeha ku tê de teqîn çêbûye kargeheke hilberîna bûjenên kîmyewî  ye lê belê sedema teqînê nehatiye aşkerekirin.

Waliyê Germîsarê Riza Xanî ragihand ku di derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzgeha Simnan bajarekî pîşesazî ye ku li bakurê Îranê û li nêzîkî bajarên Tehran û Qumê ye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin