PeyamaKurd - Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, çalakîyên xwe yên li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê rawestand.
Li gorî ragihandina Reutersê, bi sedema rewşa aloz a di navbera Îran û Amerîkayê de li herêmê, Hevpeymanîya Navdewletî piranîya çalakîyên xwe yên li dijî DAIŞê rawestand.
Hat diyarkirin ku sedem jî li şûna şerê DAIŞê niha pêwîstî bi parastin û bergiriya hêz û bingehên wan ên li herêmê heye.
Herwiha bi zarê berpirsekî Hevpeymaniyê jî hatiy gotin ku dê hevpeymanî ligel wê yekê jî hin çalakiyên li dijî rêxistinên terorîst encam bide.
Ev biryara hevpeymaniyê piştî bûyera kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis tê ku Îran û Amerîka gefê li hev dixwin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin