Li parêzgeha Sine erdhej çêbû

Li parêzgeha Sine erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarokê Şiwêşe ya ser bi parêzgeha Sine ve, îro erdhejeke bi hêza 4.4 çêbû.

Li gor zanyariyên navenda erdheja Îranê, erdhej di saet 01:18ê ber bi sibehê ve pêk hatiye.

Navenda erdhejê bajarokê Şiwêşe ya ser bi bajarê Sine ve ye û hat zanîn, erdhej 10 kîlometreyan bin erdê de pêk hatiye.

Navenda erdhejê 17 kîlometriya Şiwêşe, 24 kîlometre nêzîkî Sewlawa û 28 kîlometreyan jî nêzîkî bajarê Pawe bûye.

Herwiha erdhej li parêzgeha Kirmaşanê jî hatiye hestkirin.

Rêveberê giştî yê krîzên parêzgeha Sine Mihemed Felahî eşkere kir, tu ziyaneke canî yê wê erdhejê çênebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin