Sewqiyata duyem a S-400an bo Tirkiyê îro dest pê kir

Sewqiyata duyem a S-400an bo Tirkiyê îro dest pê kir

PeyamaKurd – Piştî ku doh Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got, dê sibe beşa duyem a sewqiyata S-400an bo Tirkiyê bê kirin, îro balafireke Rûsyayê ku parçeyên bataryaya duyem a S-400an barkirîbû gihîşt Enqerê.

Hat ragihandin ku balafira Rûsyayê ya kargoyê bi cureya İlyuşîn 76 îro gihîştiye Baregeha Esmanî ya Murted a li Enqerê.

Tevî gefên sizayan ên Amerîkayê jî Tirkiye ji kirîna pergalên parastina hewayî yên rûsî S-400an venegeriyabû û herî dawî ji bernameya balafirên F-35an ên Amerîkî hatibû derxistin.

Sewqiyata S-400an 13ê Tebaxê destpê kiribû û li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dê sewqiyata beşa duyem a S-400an jî bi qasî mehekê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin