PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller civiya. Barzanî di civînê de destnîşan kir, pênvgavên ji bo baştirkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê berdewam dikin.
Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller serdana Hewlêrê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê de Matthew H. TUeller pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir bi sedema wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê û piştgiriya Washingtonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê car din anî ziman.
Hat diyarkiirin ku balyozê Amerîkayê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bilind nirxandin û kêfxweşiya xwe ji bo pêngavên baştirbûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê bi mebesta çareserkirina pirisgirêkan û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê jî ji ber wergirtina posta Balyozê Amerîkayê li Iraqê pîrozbahî li Matthew H. TUeller kir û hêviya serketinê di karên wî de jê re xwest û hemû alîkariyên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina karên wî nîşan da.
Herwiha di hevdîtinê de Barzanî spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de ji bo Herêma Kurdistanê û nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê kir û bal kişand ser wê yekê ku pêngavên ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê berdewam in û tekezî li hevkariyên hevpeymanan bi taybetî yên Amerîkayê di warên reformên Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin