Serdana Reîsî ya Tirkiyê bo demeke nediyar hate pasxistin

Serdana Reîsî ya Tirkiyê bo demeke nediyar hate pasxistin

PeyamaKurd – Serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyê hate paşxistin.

Ajansa AFPê ragihand ku serdana fermî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê ku wê îro 28ê Mijdarê bihata kirin, hatiye betal kirin.

Herwiha ajansa Tesnim a Îranê jî ragihandiye ku serdan bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

Hate ragihandin ku rayedarên Tirk li ser betalkirina serdanê daxuyanî nedane.

Berî niha hatibû ragihandin ku dê di serdanê de, mijara sereke dirêjkirina agirbesta li Xezzeyê be.

Reîsî û Erdogan, herî dawî li paytexta Ozbekîstanê rûbirû hevdîtin kiribûn û 2 roj berê jî bi rêya telefonê axivîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin