Li Perûyê di çenteyê kûryeyekî de mûmya hat dîtin

Li Perûyê di çenteyê kûryeyekî de mûmya hat dîtin

PeyamaKurd – Li cihekî arkeolojîk a li herêma Puno ya Perûyê, polîs li ciwanekî ku dema bi hevalên xwe re alkol vedixwar bi kiryarên xwe bal kişandibû.

Polîsên ku çente termal li kêleka ciwan vekirin, rastî mûmyayeke 1 metre 51 santîmetre dirêj hatin. Ciwanê ku tê diyarkirin 26 salî ye, got ku ew bi mumyaya ku di pozîsyona fetusê de pêçayî hatiye pêçan di heman odeyê de maye û "wê wek hevala xwe dibîne".

Ciwanê ku navê mûmyayê kir "Juanîta" diyar kir, ji bo nîşanî hevalên xwe bide çenteyê bi xwe re hilgirtiye.

Ciwanê ku navê wî nehat zanîn eşkere kir, mûmya aîdî bavê wî ye, lê negot bavê wî mûmya ji ku derê aniye. Dema polîsan ciwan û 2 hevalên wî binçav kirin, mûmyaya di çenteyê de girtibûn radestî Wezareta Çandê kirin.

Pispor dibêjin ev mûmya di navbera 600 û 800 salî de ye û aîdî mêrekî ye, ne jinekê. Tê texmînkirin ku ew kes di dema mirina xwe de herî kêm 45 salî bû.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin