Îsraîlê bersiva sînordarkirina henardeyê ya Enqereyê da

Îsraîlê bersiva sînordarkirina henardeyê ya Enqereyê da

PeyamaKurd – Piştî ku Enqereyê biryara sinordarkirina henardekirina kel û pelên ji Îsraîlê re da rêvebiriya Tel Avîvê bertek nîşan da û da zanîn ku ew ê bi heman şêwazê bersivê bidin Tirkiyeyê.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê lîsteyeke "berfireh" a qedexekirina kelûpelên ji Tirkiyeyê re têne henardekirin amade bikin.

Wezareta Bazirganiyê ya Komara Tirkiyeyê ragihandibû ku ji ber hêrişên li dijî Xezzeyê dewam dikin, wan biryar daye ku henardekirina 54 berheman ji bo Îsraîlê sînordar bikin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îsraîlê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ferman daye beşa aboriyê ya wezaretê ku "lîsteyeke berfireh a berhemên ku Tirkiye nikare henardeyî Îsraîlê bike" bê amadekirin û di peyamê da wiha hat gotin: "Tirkiye peymanên bazirganî yên bi Îsraîlê re îmze kiriye bi awayekî yekalî binpê kiriye. Ji ber vê yekê wê Îsraîl li dijî vê hewlê hemû tedbîrên xwe bigire."

“Min ji dostên xwe yên DYAyî xwest ku guvaşan li Tirkiyeyê bisepînin”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz jî di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de angaşt ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo piştgiriya Hamasê careke din berjewendiyên aborî yên gelê Tirkiyeyê qurban kiriye û got:

“Di pêwendiya li gel dostên me yên berpirsên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de min ji dostên me xwest ku guvaşan li ser Tirkiyeyê bisepînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin