Li Hatayê erdhej çêbû

Li Hatayê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya AFADê li Hatayê bi hêza 4,1 erdhejek çêbû.

Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hatin wergirtin; Li navçeya Defne ya Hatayê ku navenda wê ye, di saet 01:14an de erdhejeke bi pileya 4,1 çêbû.

Erdheja ku 7,05 kîlometre di bin erdê de çêbû, li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.

Ji bo ku bê tespîtkirin ku erdhej bûye sedema neyînî yan na, ekîban dest bi xebatê kirin.

Şeva borî di saet 23.49an de li Behra Spî ya navçeya Payasê ya Hatayê bi hêza 4,5an erdhejek çêbû.

Erdheja ku 5,39 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin