DYA: Em ê parastina Êzidiyan bidomînin

DYA: Em ê parastina Êzidiyan bidomînin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller got ku DYA wê parastina li Êzidiyan bidomîne.

Miller di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê de got: "Em hêz û berxwedana berxwedêriya Êzdiyan pîroz dikin. Em qurbaniyên qirkirina Êzidiyan bi rêzdarî bibîr tînin."

Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Miller destnîşan kir ku ew ê ji bo Êzidiyan û hemû qurbaniyên têkoşîna dadweriyê bidomînin.

Konsulxaneya DYA ya Hewlêrê: Em bi hevkarên xwe yên civaka sivîl re dixebitin" 

Ji aliyê din vei Konsulxaneya DYA ya li Hewlêrê bi boneya 10emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan peyamek belav kir.

Di peyama konsulxaneyê de wiha hati gotin: "DYA piştgiriya komên etnîk û olî û bi taybetî ya Êzdiyan dike. Em kesên jiyana xwe ji dest dane û yên sax ji bîr nakin. Em berxwedana civaka Êzidî pîroz dikin û heta qurbanî bigihîjin mafên xwe û hesab ji kiryaran bê standin em ê xebatên xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de eEm bi hevkarên xwe yên hikûmetê û civaka sivîl re dixebitin ku ruhê tolerans û tevlêbûnê di qada gelemperî de pêşve bibin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin