PeyamaKurd – Ji destpêka şewba Korona, li hember belavbûna vîrusê, Amerîka rojane agahdarî dida welatiyên xwe. Serokê Amerîka Donald Trump da zanîn, dê ji roja Sêşemê ji nû ve dest bi agahdariyên li ser vîrusa Korona bikin.
Li gorî Trump ji rojnamevanan re diyar kir, ew agahdariyên rojane bi welatiyan re li ser vîrusa Korona dihat parvekirin, pir dihatine temaşe kirin.
Herwiha Trump got, ‘’Me ew agahdarî li dar dixistin û ew pir dihatin temaşe kirin. Di dîroka televîzyona bi kablo de, me rekora temeşavanan bi dest xistibû. Tiştekî wisa qet çênebûbû.’’
Ew agahdariyên rojane yên li ser vîrusa Korona, di meha Adarê de dest pê kiribûn û di meha Nîsanê de bi dawî bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin