Li Wanê 25 koçber hatin girtin û 6 organîzator hatin zîndanîkirin

Li Wanê 25 koçber hatin girtin û 6 organîzator hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Bêgiriyê (Muradiye) 25 koçberên Afxanî ku di rêya qaçax de hatin Wanê û 6 kesên ku karê wan yê qaçaxiyê organîze kirin hatin desteserkirin.

Tîmên cendirmeyan dîtin ku 25 koçber di nav zeviyan de dimeşin û cendrime wan girtin. Di wexta pêş de dê wan teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajarê Wan ê bikin.

6 kesên ku organîza karê derbas kirina koçberan dikirin, derxistin dadgehê û di encamê de hatin zîndanîkirin. 6 kesên organîzator ku dadgerê Bêgiriyê yê Sulh û cezayê biryara zîndanîkirina wan da E.K, E.A, K.D.K, M.A, S.K. û E.İ. ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin