Tirkiye NAVTEX îlan kir, Amerîka ala Bîzansiyan daleqand

Tirkiye NAVTEX îlan kir, Amerîka ala Bîzansiyan daleqand

PeyamaKurd- Tirkiye li girava Meisê NAVTEX ê îlan kir ku hişyariya deryayiye, li hemberê wê Amerîka ala Bîzansa, li ser keştiya xwe daleqand. Keştiya Amerîkayê ya kargoyê ye ku alavên leşkerî hildigre û bo girava Dedeaxacê malzeme dibe.

Tirkiye ragihandibû ku bi keştiyên lêgerîna sîsmîkê li rojhilat û bakûrê girava Meisê sondajan bike. Yûnanistan, Almanya, Fransa û Kibria Rûm li dijî van karên Tirkiyê helwest nîşan dabûn. Di pey wan de Amerîka ala Bîzansiyan li ser keştiya xwe ya kargoya leşkerî ya bi navê ARC Endurance daleqand.

Amerîka hebûna xwe ya leşkerî ya Dedeaxacê ku ji Tirkiyê 60 km dûre, zêde dike. Fermandariya Deryayê ya leşkerî ya Amerîkayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de wêneyan belav kir. Di belavkirina di ser hesabê Twitterê de weha got:

“ARC Endurance, bo teslîmkirina alavên leşkerî bo 101 emîn Tuxaya Şer ya Hewayî, hat bajarê Yûnanê, Dedeaxacê.”

Amerîka hem ragihand ku di navbera hevkarên leşkerî yên Yûnanî û hevkarên Lîmanê de, bo birêvebirina operasyonekî, hevkariyekî awarte heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin