Konsey a Ewlariyê ya NY serokê ISID ê xist lîste ya res

Konsey a Ewlariyê ya NY serokê ISID ê xist lîste ya res

PeyamaKurd- Konsey a Ewlakriyê ya Neteweyên Yekgirtî, serokê İŞİDê yê bi navê Emîr Muhammed Saîd Abdurrahman el-Mewla xist lîsteya dorpêçê ya reş. El-Mewla ketibû şûna Ebûbekir El Bexdadî û rola wî di revandina êzîdiyan de, di kuştina wan û bazirganiya mirovan de heye.

Komîte ya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî û Komîta dorpêçan ya El-Qaîdê biryarê da. El-Mewla hemwelatiyê Iraqê ye û biryara wî li gor biryara Konseyê ya jimare 2368 ê, bi tohmeta ku “li ser navê DEAŞê û El-Qaîdeyê xebatê kiriye û bo wan fînansê temîn kiriye” xistine lîsteya dorpêçê.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku ew destekê dide biryara NY û ji biryarê gelek raziye. Amerîka berê El-Mewla xistibû nava lîste ya reş ya dorpêçê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin