DEAS li çiyayê Hemrînê xwe bicîh kiriye

DEAS li çiyayê Hemrînê xwe bicîh kiriye

PeyamaKurd- Artêşa Iraqê, bi piştgiriya balafirên şer, li bakûrê Diayalayê, êrîşeka berfireh bir ser DEAŞê. Ragihandina nûçeyê ji aliyê Hebîb El Şemerî de hat kirin ku di hêza plîsê Diyala de zabit e.

Polîsê Diyala û yekîneyên komandoyê bi hevre, li bakûrê Diyalayê, li hêrêma çiya, li dijî DEAŞê dest bi operasyonê kirine.

Şemmerî, ragihand ku li herêma çiyayê Hemrînê, hêzên wan yên asayîşê tine ne û yekîneyên bi ser DEAŞê ve, êrîş dibin ser xelkê sîvîl û hêzên asayîşê. Li ser sitendina agahiyan, hêzên asayîşê, di herêmê de dest bi operasyonan kirine.

Di demên dawiyê de, gelek caran yekîneyên DEAŞê yên ku di xewde ne, li naçeya navborî êrîşan birine ser xelkê û polîsên asayîşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin