Ji Neteweyên Yekbûyî bangewaziya Îranê

Ji Neteweyên Yekbûyî bangewaziya Îranê

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser xwepêşandanên Îranê ku hêzên ewlekariyê bi bikaranîna guleyên rastîn bûne sedema kuştina bi dehan kesan daxuyanî da û bang li Îranê kir bersiva tund nede xwepêşanderan.

Berdevkê Komîteya Mafên Mirovan a NY Rupert Colville bi daxuyaniyekê ragihand, bi dehan kesan di xwepêşandanan de can daye û rewş gihîştiye asteke metirsîdar li Îranê.

Colville got ku li dijî xwepêşanderan guleyên rastîn têne bikaranîn û bang li Îranê kir ku dawî li qutkirina înternetê bîne û rêzê li mafên azadiya derbirinê û xwepêşandanên aştiyane bigire û herwiha destwerdana tund li xwepêşanderan neke.

Li gorî ragihandina fermî ya Îranê di xwepêşandanan de 3 endamên hêzên ewlekariyê jî hatine kuştin û hejmara kuştiyên sivîl jî 200 kesan derbas kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin