NY dixwaze bi rêya deriyê Girê Spî alîkariyan bisîne

NY dixwaze bi rêya deriyê Girê Spî alîkariyan bisîne

PeyamaKurd – Hat zanîn ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hewil dide alîkariyên mirovî bi rêya deriyê bajarê Girê Spî ku di bin kontrola Tirkiyê de bigihîne Rojhilatê Firatê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ragihand ku ji ber wan heta niha rêyeke din a guncaw bo şandina alîkariyan li şûna deriyê Til Koçer ê Sûriyê nedîtiye, li Rojhilatê Firatê pedawîstiyên xelekê bo alîkariyan zêde bûye.

Guterres dibêje, di dema niha de şûngira guncaw şandina alîkariya niha deriyê Girê Sipî ye û pêwîste bi rêya wî derî alîkarî û derman bigehînin xelkê bakurê rojhilatê Firatê.

Sekreterê Giştî yê NY di berdewamê de diyar kir, di sala 2019an de bi rêya Asmanî Neteweyên Yekbûyî bêhtirî 2 milyon û 500 hezar ton derman û alavên tenduristîyê derbasî bakurê rojhilatê Sûriyê kirine, lê bihayê veguhaztinê bi rêya ezmanî gelek giran e û wergirtina rizemendiya hikumetê jî ji sê mehan heya çar mehan dom dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî vetoya Çîn û Rûsyayê gihandina alîkariyên NY bo xelkê Sûriyê zehmet bûye ku rê nayê dayîn di deriyên di bin serweriya rejîma Sûriyê de alîkarî bên derbas kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin