PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebulrehman Al Sanî bi serdaneke fermî gihîşt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê. El Sanî îro pêşî serdana Bexdayê kiribû û rayedarên hikûmetê civiyabû.
Wezîrê derveyê Qeterê li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Sefîn dizayê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Umêd Seha ve hat pêşwazî kirin.

Piştî pêşwaziya li balafirxaneyê Wezîrê Derve yê Qeterê ji aliyê Serokwezîr Mesrur Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin di hevdîtina Mesrur Barzanî û El Sanî de, pêwendiyên Qeter û Kurdistanê û rewşa herêmê û bûyerên dawî werin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin